Buka Cihane www.facebook.com Welate min tiwî bûka cîhane Hemî bax û bihuşt û merg û kanî Şepal û şeng û şox û naz û gewr î Gelek serîn û rind û pir ciwan î Serî taca Selehedîne Kurdî Enî roj e di bİrca asîmanî Du birhen te kevane Rusteme Zal Du zulfen te ji tiren qehremanî Riwe te agire Zerdeşt û Mezdik, ji te hestir û seraba kemuranî Du leven te kiteba Haci Qadir, zimane te ji benda seyda ye Xanî Çena te guhe çudî û Hebler, qirik eywan û taxa Kesrewanî Di sînga te kiteba Zendevîsta, memik ferfûr e te de neqşe manî Du desten te tixûben tirk û iran, hero cenga bi tîren zerveşanî Ji sînga te bi jer de gelye Laleş, ziyaretgeh e bo me her zemanî Bi nişan û bi nan û xwîn rijandin, me dest girt û qelen da û tu anî Serî û pa û zend û bazin tev bi hine, hemî sor in ji renge erxewanî Bi te em şa nebûn ev bû du sed sal, ji me denge tivengan çûye banî Bira, law û bav û ap û pismam, li ser te hev dikuştin di renge pehlew anî ji Loran ta bi Zazan tev bi xencer, dihatin hev li meydane beranî Bi talan û bi kuştin, hem bi sohtin, me kone şer li ser sînga te danî Emîr û begler û paşa û axa, kirin weran sera û bire û xanî Li alîkî te deng û cang û halane, li alîkî sedaye xewse sanî Du derden me hebûn, dijwar û xedar, xizanî yek ewe di her nezanî Weke şer û piling em diçûn hev, pener rovî ji meydane hilanî Me ew rojen ciwanî tev bi derdan, bi zîravî, belengazî û şivanî Here büke pepûke jare meste, li ser sînga te zava man biyanî Te reş daye sere xwe ber li ser me, li roke dibî pîroz kitanî
...